Li rojhilatê Dêra Zorê ev 6 rojin leşker û çekdarên Hikumeta Şamê êrişî sivîlan dike.
Şevê din çekdarên êrişî gundên rojhilatê Dêra Zorê kirin.
Di encamê de, jinek şehîd û 15 sivîl birîndar bûn.
QSD’ê di çarçoveya mafên rewa, çalakiya tolhildanê li dar xst.
Di çalakiyê de, 20 leşker û çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin.
QSD’ê got, wê sûcên li dijî gelên me tên kirin, bê bersiv nemînin.
Şevê din dîsa hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El-Wetenî êrişî sivîlan kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
QSD’ê eşkere kir ku çekdarên rêjîmê ji gundên Diwêr û Sebxa, êrişî bi taybet gundê Ebû Hemam, Keşkiyê û Bisêra yên tejî sivîl kir.
Li Keşkiyê 2 sivîl birîndar bûn
QSD’ê da zanîn ku li gundê Keşkiyê di êrişan de, Emar El-Emşa û hevjîna wî birîndar bûn.
Li Ebû Hemamê jî, ji ber topên Hikûmeta Şamê 14 kes birîndar bûn û birîna 2’an giran e.
Piştî hewldana bijîşkan, jina bi navê Resmiye El-Ayid ji ber birîndar wê ya giran şehîd bû.
Di êrişên 6 rojan de, 14 sivîl şehîd bûn û 24 jî birîndar bûn
Bi êrişên ku leşkerên Hikumeta Şamê û çekdarên Dîfe El Wetenî 7’ê Tebaxê dayî despêkirin û heta niha, 14 sivîl şehîd û 27 jî birîndar bûne.
Her wiha 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûne.
Ji QSD’ê çalakiya tolhildana şehîdan
Piştî vê êrişê, di çarçoveya parastina mafên rewa de, QSD’ê çalakiya tolhildanê li dar xist.
Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyê ev agahî parvekir:
“Ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê çalakiyeke tohildanê ya berfireh pêk anî.”
QSD: Di çalakiyan de, 20 leşker û çeteyên rêjîmê hatin kuştin
Çalakî li dijî 3 nuqteyên hêzên rejîmê û çeteyên wê yên li rojavayê çemê Firatê hat kirin.
Di encamê de 18 endamên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Di çalakiyeke sekvaniyê de 2 endamên din jî hatin kuştin.
Her wiha tevî çekan alavên leşekrî jî ji ser wan hatin rakirin.
Di çalakiyê de nuqteyên rejîmê yên li gundên Keşma, Bûleyl û Tob ên li aliyê rojavayê çemê Firatê (rojhilatê Dêrazorê) ku jê êrişî herêmê dikirin de hate girtin.
Ji QSD bû hikumeta Şamê: Em ê bersiva her cure sûc li dijî gelên me bidin
Meclisê ji bo Şamê û çekdarên wê jî ev peyam da:
Ev çalakî hişyarî ji bo hêzên rejîmê û çekdarên wê ne ku eger sûcên xwe li dijî gelê me bidomînin, em ê mafê parastina rewa bi kar bînin.”
Dawiyê Meclisê şervanên xwe yên beşdarî çalakiyê bûn silav kir û eşkere kir bi îradeya wan wê hemû sûc bê bersiv nehêlin.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



