Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Kantona Dêrazorê kir.
Di serdanê de, peyama civakek demokratîk û bi edalet ya daxwaza xelkê Sûriye hat dayîn.
Ji bo piştgiriya xelkê Dêrezorê, şandeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kantona Dêrezorê kir.
Di serdanê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd û Hisên Osman hebûn.
Hisên Osman li ser navê şandeyê axivî û wiha got:
“Ev serdan, serdaneke piştgirî û piştrastkirina mil bi milê xelkê Dêrezorê ye.
Di heman demê de hevxemiya ji bo malbatên şehîdên ku di encama êrîşên çekdarên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de şehîd bûne.
“Rêveberiya Xweser, QSD û xelkê Dêra Zorê wê bi hev re li dijî êrişan bisekinin”
Osman anî ziman ku serdan peyameke ji bo dagirkerên ku hewl didin bi êrişên xwe ewlekarî û aramiya Dêrazorê xira bikine û ev tişt anî ziman:
“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk, gelê Dêrezorê û şêxên eşîran, wê bi hevre li hemberî van êrîşan bisekine û rê nede ti alî êrîşî destkeftiyên xelkên herêmê bike.”
Hevserokê meclisê Hisên Osman teqez kir ku tevî hewldanên dijmin yên xirakirina projeya gelên herêmê, Rêveberiya Xweser bi biryare, civakek demokratîk a dadmendî pêk bîne û weha bi dawî kir:
“Em ê projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek demokratîk a rast ku tê de edalet û wekhevî pêk tê li hemû herêmên Sûriyê ava bikin.”



