Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir û got:
Heger ne şerê gerîla yê çil salî bûya, li Kurdistanê bi navê Kurdayetî, azadî û mirovatiyê tiştek nedima
PKK’ê anî ziman ew di wê baweriyê de ne ku di salvegera 41. a Pêngava de berxwedana gerîla û gel wê her lîstika faşîst-qirker têk bibe.
Li ser vê bingehê PKK’ê bang li her kesî kir ku cejna xwe ya gerîla li her derê bi coş pêşwazî bikin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 40. a 15’ê Tebaxê di serî de Rêber Apo, li tevahî şehîdên şoreşê, Kurdên welatparêz û dostan pîroz kir.
PKK’ê bi bîr xist weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd li ser esasê Pêngava 15’ê Tebaxê ya gerîla ev çil sal in em şerê Azadiyê yê bênavber dimeşînin.
“Ev rewş ne tenê di dîroka Kurdistanê de yekem e, ji bo dîroka rizgariya gelên bindest û mirovahiyê jî xwedî girîngiyeke mezin e.
Belê, me di van çil salên borî de gelek êş kişand û xwîn rijand; lê yek ji wê vala neçû; Berevajî, me bi têkoşîna çil salên dawî de destkeftiyên herî mezin di warê hebûn û azadiya Kurd de bi dest xistin. ”
PKK: Eger ne ji şerê gerîla bûya, li Kurdistanê tiştek bi navê kurdiyetiyê nedima
PKK diyar kir eger ne ji Înîsiyatîfa 15’ê Tebaxa 1984’an û şerê gerîla bûya, li Kurdistanê bi navê Kurdayetî, azadî û mirovatiyê tiştek nedima.
“Pêngava 15’ê Tebaxê Şoreşa Vejîna Netewî pêk anî, Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin û serhildana gelê Kurd veguherî şerê gerîla.
Li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, guhertina paradîgmaya jî li ser vê bingehê çêbû.”
Di dewamê de PKK’ê destnîşan kir ku her çendî dewleta tirk a dagirker bi hemû desteka NATO û PDK’ê girtibû jî êrîş kir, lê nekarî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê çil salan bişkîne.
“Niha jî di westa em di çil saliya Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê de ne, rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê dîsa bi desteka NATO û Barzanî êrişî Rêber Apo, gerîla, gelê Kurd, jin û ciwanan dike.
Ev êrîşên ku li herêma Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêş xistine, li herêmên Iraq û Sûriyê jî berfireh dike û dixwaze parçeyên Kurdistanê dagir bike.”
PKK: Berxwedana gerîla û gel wê hemû lîstikên faşîst-qirker têk bibe
Li dijî van êrişan PKK’ê anî ziman ew di wê baweriyê de ne ku berxwedana gerîla û gel wê her lîstika faşîst-qirker têk bibe û faşîzmê tine bike.
Li ser vê bingehê komîteya rêveber a PKK’ê teqez kir ku di salvegera 41. a Pêngava 15’ê Tebaxê de, ew ê xeta şehîdan bigihînin serkeftinê û dawiyê bang li her kesî kir cejna xwe ya Gerîla a 15’ê Tebaxê li her derê bi coş pîroz bikin.



