Ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê gerîlayan çalakiyên esîmanî li dar xistin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin, 13 jî birîndar bûn.
HPG’ê anî ziman medya şerê taybet ya dewleta Tirk encamên van çalakiyan ji raya giştî vedişerê û got: “Lê belê çiqasî hewl bidin kuştî û birîndarên xwe veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên gerîla nikaribe bifilite.”
Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ên HPG’ê pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyên esîmanî silav kirin.
Herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin, 13 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên esîmanî daxuyaniyek weşand.
HPG’ê diyar kir yekîneya Şehîd Dogan Zinar ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyên esîmanî lidar xistin û got:
“Artêşa Tirk a dagirker yê her roj ji bejahî ve derbê dixwe, bi pêngava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re ku teknîk xistiye xizmeta taktîkê, ji hewa jî derbê dixwe.”
Li Zapê bi amûrên esîmanî li baregehên dagirkeran hat xistin
Di vê çarçoveyê de HPG’ê got:
Di navbera 1-11’ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê,
Bi amûrên hewayî 8 caran li barewgehên dagirkeran ên li Girê FM, Girê Amediyê, Girê Bahar û Qada Berxwedanê ya Sergelê hat xistin.
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin û 13 jî birîndar bûn
Di encama çalakiyan de, HPG’ê ragihand bi qasî ku wan zelal kirine 5 dagirker hatine cezakirin, 13 jî birîndar bûne.
Her wiha 5 kon jî hatine rûxandin û derb li 3 çeperan jî hatiye xistin.
Her wiha di daxuyaniyê de li ser nasnameya dagirkerên hatin cezakirin agahî hatin dayin.
HPG: Artêşa Tirk a dagirker wê ji derbên gerîla nikaribe bifilite
HPG’ê anî ziman artêşa Tirk a dagirker wê ji derbên giran ên gerîla nikaribe bifilite û wiha bi dawî kir:
“Dewleta Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet encamên van çalakiyên gerîla ku derbên giran li dagirkeran hate xistin bi ti awayî eşkere nekirin.
Lê belê artêşa Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ku li ser şopa fermandar Egîd dimeşin, nefilitin.”



