Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Dagirkerên ku ji gerîla derbên giran xarin 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî 28 caran jî bi balafirên şer qadên gerîla bombebaran kirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin.
Di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayan 8 û 9’ê Tebaxê li Herêma Metînayê bi çekên nîv-otomatîk û giran li dagirkeran dane.
Di encama çalakiyan de derb li kepçeyê ket, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û dagirker neçar man xwe ji Qada Berxwedanê ya Golkayê vekişînin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî gerîlayan 7, 9 û 10’ê Tebaxê bi taktîka sekvaniyê û taktîkên cuda li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyên sekvanî de, 9 dagirker hatin ceza kirin û derb li alavên leşkerî yên dagirkeran jî hate xistin.
Bi heman awayî gerîlayan bi çekên ferdî destwerdanî tevgera dagirkeran ya li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin.
Piştî destwerdana gerîla, dagirker neçar man xwe paş de vekişînin.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan tevgera helîkopterên dagirkeran jî asteng kirine.
Dagirkeran 5 caran bi çekên qedexekirî 28 caran bi balafirên şer êriş kirin
Piştî calakiyên gerîla yên bibandor, dewleta Tirk a dagirker carekî din bi çekên qedexekirî qadên gerîla bombebaran kir.
HPG’ê têkîldarî êrişên bi çekên qedexekirî ev tişt got:
“10’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û Girê Cûdî 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî,
8 û 10’ê Tebaxê jî herêma Xakurkê, Garê, herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metînayê bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.”
Li gorî daxuyaniyê 8, 10 û 11’ê Tebaxê jî, herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.



