Herêmên dagirkirî her roj dibin şahidê sûcên tundî û kuştinên li dijî jin û zarokan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve.
Herî dawî jî zarokê bi navê “Hemze” ji aliyê bavê xwe ve rastî lêdan ê êşkenceyek hovane hat
Li bajarê Idlibê yê dagirkirî çeteyê dewleta Tirk a dagirker ê bi navê “Hesen Ehmed Hayek” ku yek ji endamên rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam a girêdayî dewleta tirk a dagirker e li dijî kurê xwe sûceke hovane pêk anî.
Duh, Şemiyê 10ê Tebaxê, Idliba dagirkirî bû şahidê tawaneke tund li dijî zarokê pitik ê bi navê “Hemze”
Hemze li aliyê bavê xwe ve bi awayekî hovane rastî lêdan û êşkenceyê hatiye.
Hemze ji ber birînên wî yên giran rakirine nexweşxaneya bajêr
Hêjayî gotinê ku berpisyarê tawana li dijî Hemza ku bavê wî nehatiye cezakirin.ev bêdeniya ku li hember bûyerên ku li herêmên dagirkirî têne kirin dibe sedema zêdebûna wan.



