Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hemû şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên ku tevlî çalakiyên gerîla di meha Tîrmehê destpê kirin û derbên giran li dijmin xistin pîroz kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Ber bi sala 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê re Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava meha dawî de gelek çalakî lidar xistin ku derbên giran li dijminê mêtinger qirker û artêşa dagirker xistin.
Gerîla bi çalakiyên xwe yên bi bandor Pêngava 15’ê Tebaxê hîn bi wate kirine.
Gerîla bi wêrekî û fedakariyeke gelekî mezin li dijî dijminê dagirker, mêtinger û qirker li ber xwe dide, welatê xwe diparêze.
Li dijî xeta xiyanetê ya noker ku dilê xwe firotiye dijmin û riziyayî ye, bi sekneke bilind a welatparêzî û şoreşgeriyê li ber xwe dide.
Em van çalakiyên hevrêyên xwe gerîla silav dikin, şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên tevlî van çalakiyan bûne ji dil pîroz dikin.
Her wiha ji ber vî karê serketî em Fermandariya xwe ya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin, hêvî dikin ku serketinên xwe dewam.
NPG’ê şervan û fermandarên li Girê Bahar û Sergelê pîroz kir



