Hêzên Hikûmeta Şamê û milîsên Dîfaa El-Wetenî 7’ê Tebaxê êrişî xelkê Dêrazorê kirin.
Meclisa Eşîrên El Bûkemal û Rûsipiyên eşîrên Bikeyîr, Baggara û Meşahida êriş bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin û got:
“Armanc ji van êrişan têkbirina îstîqrariyê û xurtkirina çeteyan e.
Em bi QSD’ê re destkeftiyên şoreşê biparêzin.”
Der barê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî yên li ser herêmê de Meclisa Eşîrên El Bûkemal daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de spasiya QSD’ê di bersivdana van êrişan û parastina welatiyan de hat kirin.
Her wiha girîngî bi yekitî û hevgirtina di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de ji bo sekina li hember van astengiyan hat dayîn.
Meclisa eşîrên El Bûkemal: Bi QSD re emê ewlehî û îstîqrara heremê biparêzin
Meclisê di daxuyaniya xwe de hevgirtina xwe ya bi QSD’ê re ragihand û got:
“Armanca ji van êrişan derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de û qelskirina destkeftiyan e.”
Her wiha bang li tevahî xelkê herêmê hat kirin ku bi QSDˊê re hevgirtî bin ku ewlehî û îstîqrarê biparêzin.
Meclisê diyar kir ku ew ji bo parastina herêmê û destkeftiyên wê bi temamî hazir e ku bi QSD’ê re herêmên xwe biparêzin.
dîmen li ser grubêye
Rûsipiyên eşîrên Bikeyîr, Baggara û Meşahida jî bi daxuyaniyekê ragahandin ku ew ji bo parastina herêmê bi hêznên QSD’ê re ne.
Eşîra Bikeyîr, Begara, Mehşahîda: Hêza me ya sereke QSD ye
Di daxuyaniyêde li ser navê hemû eşîra Bikeyîr, Begara û Meşahîda êrêşîn ku ji aliyê hêzên hikumeta şamê ve tê kirin bi tunddî hat şermezar kirin.
Her wiha Rûsipiyên eşîrên Bikeyîr, Bagara û Meşahida anî ziman ku ewê bi hev re herêma xwe ji Çeteyan biparêzin û wê hertim bi helwest tevbigerin û wiha hat gotin:
“Ji bo ku heremên me ji çeteyan bê parstin û aramiya herema têk neçe emê her dem li gel hêzên QSD’ê bin.
Em wekî Rusipiyên Eşîran wan êrîşên ku li dijî me tên kirin şermezar dikin.”
Di dawiya daxuyaniyêde hat diyar kirin ku ew hişyariyê didin Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfaa El-Wetenî ku dixwazin yekîtiya me ya niştimanî têk bibin û wiha bi dawî kirin:
“Baweriya me bi hêzên me hêzên sûriya demokratîk xurt e.
Em weke hişyariyê ji were didin ku sebra me ti carî neceribînin.”



