Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG peyamek pîrozbahiyê ji şervan û fermandarên li Qada Berxwedanê ya Sergelê û Girê Bahar re şand.
Peyama NPG’ê bi vî rengî ye:
“Ji 3’ê Tîrmehê û vir ve li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Bahar êrişeke nû ya dagirkeriyê tê kirin.
Di 6’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar yekîneyeke dagirker destpêkê hate kontrolkirin,
piştre bi tîmên gerîla yên koordîneyî li qadê kemîn li pêşiyê hate danîn û bi çalakiyeke bi bandor derba giran lê hate xistin.
Di vê çalakiyê de 14 dagirker hatin cezakirin ku fremandarê bi paye yê yekîneya dagirker jî di nav de bû û 5 dagirker bi giranî birîndar bûn.
En hemû yekîne û tîmên pispor ên ku di çalakiyên dawî de keda xwe hebû, ji ber serketina wan pîroz dikin.
Di van rojên salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de em di wê baweriyê de ne bi ruhê fedaî yê Egîdan û rêbaza serketin wê serketinên hîn mezin bêne bidestxistin.
Li ser vê bingehê hevrêyan hemûyan bi hestên şoreşgerî silav dikin.”



