Denîz Firat Rojnamevan û têkoşera bi salan li ber êrîşên dagirkerî, înkarkirin û qirkirinê ked da û tê koşiya.
Îro salvegera 10`emîn a şehadeta Denîz Firat e.
Çeteyên DAIŞ’ê di 8’ê Tebaxa 2014’an berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn.
Yek ji kesayetên ku xwest azara gel û berxwedana gerîlayên azadiyê li hemberî êrişê ji raya giştî re ragihîne, rojnamevan û têkoşer Denîz Firat bû.
Denîz Firat gerîla, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû.
Li her çar aliyên Kurdistanê rojnamevaniyê dike.
2 caran bi giranî birîndar dibe.
Denîz Firat bi xwîngermî û dilsoziya xwe ji bo rastiyê ji hemû cîhanê re ragihîne her tim di nava hewildanên mezin de bû.
Şahidî ji berxwedaniya wargeha Mexmûrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê re di da meşandin re dikir.
Di çeperên pêş de cihê xwe digirt. Agahî û dimenên herî dawî radigihand dîmenê şer kêlî bi kêlî dikişand û digihand raya giştî ya cîhanê.
Denîz Firat di 8’ê Tebaxa sala 2014’an dema ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li Mexmûrê dişopand di encama êrîşa bê bext ya çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû.
Bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad heta dawî bi cih anî.



