Rûspiyê Eşîra Igêdat yê Şihêl li Dêrazorê Imar El-Hedawî di darbarê êrişên Hikûmeta Şamê û çekdarên Difaa El-Wetenî axivî.
Imar El-Hedawî got: Heger Hikûmeta Şamê bi vî rengî berdewam bike em nikarin pê re li hev bikin, em li gel QSD’ê bin ji ber em hemû cihê xwe di nav de digirin.
Êrişên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfaa El-Wetenî li ser rojhilatê Dêrazorê bû cihê nerazîbûnê li cem gel rûspiyê Eşîran.
Rûspiyê Eşîra Igêdat yê Şihêl li Dêrazorê Imar El-Hedawî diyar kir ku Hikûmeta Şamê bi van êrişên xwe bû kujerê kesên bê gunh û wiha got:
”Hîna Rêjîma siyaseta hovane û deshilatdar dimeşîne.
Di texmîna min de ev siyaseta deshilatdar wê careke din gelê Sûriyê vegerîne koletiyê.
Lê bera Rêjîm baş bizanîbe ku ev yek bû ji pelek dîrokê û hate tewandin.”
“Yên ku hevkariya êrîşan dikin dixwazin aramiya herêmê xira bikin”
Imar El-Hedawî anî ziman ku ew kesê ku alîkariyê bi Hikûmeta Şamê re dikin ti rastiyan nizanin û ev tişt anî ziman:
”Ev şêwazê ku Hikûmet Şamê dimeşîne nakokiyan dixe nava Eşîran û pişgirê dide van nakokiyan.
Her wiha fitinê di nava pêkhateyên herêmê de derixe.
Bi van karan di dikare civakê ji hev bixe.
Ev hemû jî dikeve bercewendiyên fewda bera hev dide.
“Ev 12 salin em ji bo azadiya xwe berxwedanê dikin”
Rûspiyê Eşîra Igêdat di berdewamiya axaftina xwe de bir bîrxist ku Hikûmeta Şamê tenê du rêyan li pêşiya wê hene yan kuştin yan jî koletî û wiha dewam kir:
”Ev 12 salin em ji bo azadiya xwe berxwedanê dikin.
Lewma niha em ji Hêzên Navdewletî re dibêjin piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bisekin.
Em hemû cihê xwe di navê QSD’ê de digirin.
Her wiha ji bo bigihêjin çareseriyeke guncaw bi vê Rêjîma hovane re.”
“Heya dawiyê em ê bi hezên ku civaka me dibarêzin re bim”
Di dawiyê de Rûspiyê Eşîra Igêdat yê Şihêl li Dêrazorê Imar El-Hedawî ragihand ku ew matmayî dimînin ku her roj civaka navdewletî banga demokratbuyînê dike û hina me tiştekî nabînin û ev name ji bo raya giştî got:
”Em weke zarê Rojhilatê Dêrazorê û ji derve dêrzorê, bi vî şewazê hovane nikarin bi Hikûmeta Şamê re li hev bikin.
Heger wiha bimîne em li himberî wan bisekinin û çi dibe bila bibe.
Lê niha em bi hêzên xwe re ne ji bo biriyareke guncaw di vê derbarê de ji bo niha û pêşerojê bistîne.”



