Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal der barê şerê li kurdistanê û xiyaneta PDK’ê de axivî.
Remzî Kartal Ji bo hevkarî û xiyaneta PDK’ê got:
“PDK, niha bi temamî bûye koleyê dewleta Tirk.
Teslimî dewleta tirk bûye.
Siyaseteke ku ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya malbata xwe ji dijmin re xizmetê dike.
Pêwîst e li hemberî wê xiyanetê gelên Kurdistanê helwesta xwe diyar bikin.”
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal der barê şerê li kurdistanê û xiyaneta PDK’ê nirxand.
Remzî Kartal armancê êrîşên dewleta Tirk û ya PDK’ê wiha anî ziman:
“Di çarçoveya Peymana Neteweyî (Mîsak-î Mîllî) de, di çarçoveya Mûsil û Kerkûkê de bernameya dewleta tirk heye. Ji wir ber bi Helebê ve. Alternatîfa li hemberî desthilatdariya PDK’ê, ji holêrakirina hemû tevgerên siyasî yên kurd e.”
Kartal anî ziman ku PDK konsepteke ku yekîtiya neteweyî ava bike li gel wan çênebû û got:
“PDK tu carî nebû xwediyê konsepteke ku yekîtiya neteweyî ya kurd armanc dike û li ser vê bingehê pêşxistina demokrasiya kurdî û pêşxistina hêz û jiyana civaka kurd dike armanc.
Ji destpêkê ve wan her tim stratejiyek li ser bingeha pêşketin û mezinbûna hêza xwe pejirand. Heta îro hemû têkiliyên wê yên bi Tirkiye, Iraq û Şamê re li ser vê bingehê bûn.”
Remzî Kartal: PDK’ê teslîmî dewleta Tirk bûye
Remzî Kartal jî bo hevkarî û xiyaneta PDK’ê jî anî ziman ku PDK bûye koleyê dewleta Tirka ya dagirker û wiha got:
“PDK, niha bi temamî bûye koleyê dewleta tirk.
Teslimî dewleta tirk bûne. Siyaseteke ku ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya malbata xwe ji dijmin re xizmetê dike. PDK’e teslimî dewleta Tirk bûye.”
Remzî Kartal: Divê hemû Kurdistanî li hemberî xiyanetê xwedî helwest bin
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal diyar kir ku divê gelê kurdistanê û partiyên siyasî yên kurd li dijî xiyaneta PDK’ê bi helwest bin û wiha bi dawî kir:
“Pêwîst e gelên çar parçeyên Kurdistanê li hemberî xiyaneta PDK’ê helwesta xwe diyar bikin.
Çareserî ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê ye.
Divê hemû partiyên siyasî û pêkhateyên civakî li dijî xiyanetê û mêtingeriya tirk têbikoşin û têkoşînê berfireh bikin.”



