Balafirên artêşa Tirk a dagirker îro careke din herêma Amediyê bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê agirek mezin bi gundê Guherzê ket.
Lê ji ber êrişan kes newêre bi hewara malên xwe de biçin û destwerdanî agir bike.
Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî têkîdarî êrişên Tirkiyê daxuyaniyek da û got: “Tevgera leşkerî ya Tirkiyê cihê nîgeraniyê ye û metirsiyek mezine.”
Artêşa Tirk a dagirker ku di nava hewildana dagirkirina tevahî axa Başûrê Kurdistanê de ye rojane li dijî herêmê êrişan pêk tîne.
Ev êrişên Tirkiyê jî bi hevkariya PDK’ê pêk tê.
Li gorî agahiyan balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, gundê Guherzê ya Amêdiyê bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê welatî nikarin destwerdanî agir bikin
Ji ber bombebaranê agir bi derdora gund ket û şewateke mezin derket.
Lê ji ber êrişan kes newêre bi hewara malên xwe de biçin û destwerdanî agir bike.
Tevî êrişên eşkere yên dagirkeriya Tirkiyê jî hikumerta Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta niha jî bêdengin.
Herçiqasî PDK’e hewil dide dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê normalîze bike jî lê li dijî dagirkeriyê gelek nerazîbûn hene.
Edhem Barzanî: Anîna hêzeke tarî bo nav axa welatê me gelek metirsîdare!
Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî diyar kir ku Tevgera leşkerî ya Tirkiyê cihê nîgeraniyê ye û metirsiyek mezine.
Edhem Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û dagirkirina beşek ji axa Başûrê Kurdistanê de peyamek parvekirinek kir.
Edhem Barzanî di peyama xwe de ev tişt got:
“Tişta ku li deverên Başûrê Kurdistanê diqewime cihê fikara ye û di gelek waran de jî metirsiyeke mezin e. Ev yek têkbirina lihevhatina civakî, dagirkeriya derve û anîna hêzên xerîb û tarî bo erdnîgariya welatê me ye. Ji xew rabin, hişyar bin!”



