Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku Hikumeta Şamê bi van êrişên xwe yên dawî de dixwazr planên xeternak pêk bîne.
Partiyê bang li hêz û aliyên sûriyeyî kir ku berjewendiya nîştimanî ya sûriyeyî bidin pêş.
Partiya Sûriya Pêşerojê derbarê êrişên dawî yên Hikumeta Şamê daxuyanî da û got:
“Êrişên dawîn ên li Dêrazorê eşkere kir ku hikumeta Şamê û komên girêdayî wê, dixwazin şereke giştî li herêmê derxin û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên ewlehiyê yên herêmê pê mijûl bibin.
Armanca sereke derxistina fitneyê di navbera pêkhate û êlên herêmê de ye.”
Partiyê hewildanên hikûmeta Şamê Şermezar kir û bang li hêzên sûriyeyî kir ku nehêlin Sûriye veguhere qada aloziya hêzên herêmî.
“Em ê heta dawiyê pişgiriya QSD’ê bikin”
Her wiha Partiya Niştimaniya Sûriyê li gel şêxên eşîran êrişên hikumeta Şamê şermezar kir û gotin:
“Hikumeta Şamê û Komên girêdayê wî bi van êrişan dixwazin aramiya herêmê têk bibin.
Em ê li dijî van êrişan heta dawiyê piştgiriya hêzên xwe yên QSD’ê bikin û têkoşînê xurt bikin.”



