Li Zapê gerîlayên YJA Starê bi çalakiyên bi bandor li arteşa Tirk a qirker dan.
Di encamê de leşkerî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 2 jê çawişên pispor 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker jî tevî êrişên bi çekên kîmyewî û balafirên şer, 34 caran qadên gerîla bombe kir.
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 4 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Li gorî vê:
2 û 3’ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê gerîlayên YJA Starê gelek caran li arteşa Tirk a qirker dan.
Di encamê de;
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerek hate cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî 2 jê çawişên pispor 4 dagirker birîndar bûn.
Her wiha li qadên berxwedanê yên Girê Bahar û Cudî jî 2 kamerayên Mobese yên dagirkeran hatin bêkêrkirin.
3’ê Tebaxê li Herêma Heftanînê jî li qada Keşanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li qada Kanî Biyê yê heman herêmê jî gerîlayan bi çekên ferdî û giran li arteşa Tirk dan.
Artêşa Tirk 34 caran bi çekên kîmyewî û balafirên şer êriş kir
Artêşa dewleta Tirk a dagirker jî mîna her carê bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrişî gerîlayan kir.
3 û 4’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên şer ên gerîla 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha herêmên Xakurkê, Garê, Rojavayê Zap û Metînayê jî bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.



