Piştî armanckirina Heniye û Şukir Îran, Hizbullah û şaxên wan sozên tolhildanê didin.
Hizbullahê ragihand ku wan bi bikaranîna balafirên bêmirov yên tije teqemenî herêmên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser Celîleya Jor a Lubnanê de du leşker birîndar bûne.
Her wiha rayedarekî Îranê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku divê Îsraîl ji bo pêşîgirtina li bê îstiqrariyê were cezakirin.
Di demekê de ku li Îranê lîderê siyasî yê Hamasê û li Lubnanê jî fermandarê leşkerî yê Hîzbûllahê hatin kuştin.
Îranê û hevkarên wê soza bersivdayinê dan û piştî vê yekê jî li başûrê Lubnanê êrişên du alî dewam kirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li dijî gundê El Cebel ê li ser sînorê Îsraîlê du kesan hatin kuştin.
Li ser sînorê Îsraîlê 2 kesan hatin kuştin
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fermî ragihand ku yek ji kesê hatin kuştin endamekî Komeleya El Rîsala ya girêdayî Tevgera Amal a hevkarê Hizbullahê ye.
Gundê El Cebel ê du kîlometreyan nêzîkî sînorê Îsralê ji destpêka şerê beriya deh mehan û heya niha bi bombebaranên dijwar re rû bi rû maye û gund ji aliyê niştecihên wê ve hatibû terikandin.
Wezaretê ragihandibû ku li Hûla ya li başûrê welêt di encama ‘êrîşa Îsraîlê ya dijminane de’ du kesan hatine kuştin.
Hizbullah: Li heremên leşkerî yên Bakurê Îsraîlê hat armanckirin
Hizbullahê ragihand ku wan bi bikaranîna balafirên bêmirov yên tije teqemenî herêmên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser Celîleya Jor a Lubnanê de du leşker birîndar bûne.
Ji meha Cotmehê heya niha li Lubnanê 549 kesan di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin ku piraniya wan ji endamên Hizbullahê pêk tên.
Li gorî rayedarên Îsraîlê jî li Îsraîl û Girên Golan 22 leşkerên Îsraîlê û 25 sivîl hatine kuştin.
Îran: Divê Îsraîl bê cezakirin
Her wiha berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye di 31’ê Tîrmehê de li paytext Tehranê daxuyaniyek da.
Nasir Kenanî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku divê Îsraîl ji bo pêşîgirtina li bê îstiqrariyê were cezakirin.
Îran bang li Amerîkayê kir: Piştgiriya ji Îsraîlê re rawestîne
Li gorî nûçeya Reutersê, Kenanî diyar kir ku kiryareke Tehranê jêvenegere û got:
“Îran hewl dide aramiyê li heremê pêk bîne, lê ev yek tenê bi cezakirina êrîşkar û çêkirina rêgiriyê li hember Îsraîlê pêk tê. ”
Kenanî her wiha bang li Amerîkayê kir ku dest ji piştgiriya Îsraîlê berde û got:
“Civaka navneteweyî erka xwe ya ji bo aramiya herêmê bi cih neaniye û divê piştgiriyê bidin ‘cezakirina êrîşkar’.”
Li aliyê din hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê 0-0di pêwendiyeke telefonî ya ligel wezîrên derve yên welatên G7 de gotiye, Îran û Hizbullahê dikarin di nav 24 heta 48 saetan de êrişî Îsraîlê bikin.



