Hizbullah bi awayekî fermî ragihandibû ku fermandarê wê Fûad Şukir di êrişa Îsraîlê ya di 30’ê Tîrmehê li dijî başûrê Beyrûtê de hat kuştin û soza bersiveke xurt bo kuştina wî li dijî Îsraîlê dabû.
Piştî wê Hizbullah doh ragihand ku wan barek rokêtan avêt ser bakurê Îsraîlê.
Ev êrîşa Hizbullah ya yekem e piştî kuştina Fûad Şukir.
Hizbullah di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan bi dehan roketên Katûşa avêtin ser wargehên Metsova.
Li aliyekî din jî medyaya Israîlî ragihand ku sîstema parastina esîmanî ya israîlê roketên li ser rojavaya wargehên Celîlê girtine, lê diyar nekir ku kê ew avêtine.



