Di encamê erîşa topbarana dewleta Tirk de li Eyn îsa 2 welatî bîrîndar bûn.
Doh êvarî derengiya şevê de dewleta Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê Şîrkê yê Eyn Îsa ku dikeve bakurê rêya M4, kir.
Di encama êrîşan de 2 welatiyê ji gundê Şîrke de bîrîndar bûn.
Navê birîndaran ji wîsa ye – Solidi Aziz Al-Nahar û Aziz Abdullah Mîşman’in
Gundêkî Minbicê hat topbarankirin
Di haman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û navîn gundê Til Turin ê rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û navîn zeviyên çandiniyê ya li gundê Tel Turînê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de şewat derket.



