Balafireke bêmirov a Îsraîlê 29 Tîrmehê derengî şevê taxeke başûrê Beyrûtê bombebaran kir.
Hizbullah bi awayekî fermî ragihand ku fermandarê wê Fûad Şukir di êrişa Îsraîlê li dijî başûrê Beyrûtê de hat kuştin.
Çavkaniyên ragihandinê diyar kir ku cenazeyê fermandarê leşkerî yê Hizbullah Fûad Şukir di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin, hat dîtin.
Çavkaniyan da zanîn ku agahî ji bo malbata wî hat dayîn.
Îsraîlê doh ragihandibû ku Şukir kuştiye û bepirsiyariya êrişa hewayî ya li Mecdel Şemis ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin, girt ser wî.



