Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Cizîrê ragihand ku xeta sereke ya li stasyona ava Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku ji ber pirsgirêkeke teknînkî ji xizmetê derketibû hat tamîrkirin û av hat berdan.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Şaredariya Qamişlo ragihandibû ku stasyona ava vexwarinê ya Hilêliyê ya Qamişlo ji ber pirsgirêkekê ji xizmetê derketiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku stasyona avê ya Hilêliyê yek ji stasyonên herî mezin ku ava vexwarinê ji şêniyên Qamişloyê re peyda dike.
Ev stasyon avê ji 51 bîrên rojavayê bajêr dikişîne û li bajêr belav dike.
Ji ber pirsgirêkek teknîkî stasyona ava vexwarinê ya taxên Qamişlo ji xizmetê derket



