Pirsgirêkek teknîkî bû sedem ku stasyona ava vexwarinê ya Taxa Hilêliyê ya Qamişlo ji xizmetê were derxistin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya Şaredariya Qamişlo ve hatine belavkirin, aliyê têkildar ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebitin û di nava du rojan de stasyon dê vegere xizmetê.
Stasyona Avê ya Hilêliyê yek ji mezintirîn stasyon e ku ava vexwarinê dide bajarê Qamişlo û ji 51 bîrên li aliyê rojavayê bajêr, avê dikişîne taxên bajêr.
Ji 3 stasyonan av ji bajarê Qamişlo re tê dabînkirin û zêdebûna hejmara niştecihên bajêr bûye sedem ku bikaranîna avê zêde bibe û pêwîstiya xelkê bi tevahî neyê dabînkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê şaredariyê pergala ku her du rojan carekê avê digihîne hemû malên bajêr dimeşîne.



