KNK’ê li dijî êrişên nijadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got:
“Tirkiyê bi kiryarên nijadperestî dixwaze çand, huner, wêje û dîroka Kurdan ji holê rake.
Em bang li gelê Kurd dikin ku her qadê bi rengê neteweyî bixemîline.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên nijadperestî yên dewleta Tirk ên li ser nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.
KNK diyar kir ku kuştin û talanên dewleta faşîst ku bi salan e anîye serê Kurdan ne bes in, êdî li hemberî dîlana ciwanan Kurd jî xwe ranagirin, wan diavêje zindanan û got:
“Nivîs, sembol û nîşaneyên bi Kurdî yên ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve yên li ser rê û kolanan hatine nivîsandin radike. Ji xwe berê jî nivîsên Kurdî yên li ser kêlên cangoriyan hatin nivîsandin rakiribûn û posterê Ehmedê Xanî şikandibûn, gelek tawanên din jî kiribûn.”
KNK da zanîn ku ev yek destpêka pêlên nû ya faşîzm û nijadperestiyê ye û wiha domand:
“Eger neteweya Kurd li hember vê yekê bêdeng bimîne wê planên nijadperestiyê berfirehtir bibin. Komara faşist a Tirkiyê dixwaze destketiyên têkoşîna me ya 100 salan tine bike. Lewra baş dizane gelê Kurd di Rojhilata Navîn de neteweyeke kevnar û resen e, her tim jî li ser axa xwe jiyaye û xwediyê dîroka hezarê salan e.”
KNK destnîşan kir ku tirkiyê bi kiryarên nijadperestî dixwaze çand, huner, wêje û dîroka Kurdan ji holê rake û wiha pê de çû:
“Vê komara faşîst ev zêdetirî 100 sal in gelek komkujî bi serê me Kurdan de anîne, lê divê em bizanin komkujiya herî giran bişaftin û asîmîlekirina gelê Kurd e û tinekirina nirxên wan yên neteweyî û mirovî ne.”
KNK’ê bang kir: Her qadê bi rengê neteweyî bixemilînin
KNK di dawiyê de ev bang kir:
“Ji bo şikandin û lawazkirina nijadperestiyê, divê gelê Kurd û Kurdistanî bi tevahyî li hemberî van kiryar û reftarên dewleta nijadperest helwesta xwe ya netewparêzî nîşan bidin. Her qadê bi rengê neteweyî bixemilînin.”



