Klînîka Arî ya gerok ji 4 salan ve di xizmetê de ye.
Ev kilînk li gund û bajarokên bajarê Dêrikê hefteyê 3 caran digere.
Ew alîkariya tenduristî ji bo jin û zarokan pêşkêş dike.
Klînîka Arî di 27’ê Îlona 2020’an de ji aliyê Navenda Weqfa Jinên Azad ên Sûriyeyê ya bajarê Dêrikê ve hat danîn.
Bi klînîka gerok re tîmeke bijîşkî heye û xizmetên bingehîn ji bo zarok û jinan bê pere tê kirin.
Di klînîkê de amûrên bijîşkî wek alavên echo (îco) û nefesê hene.
Ji bo hişyarkirina şêniyan û parastina wan jî klînîk hemleyên hişyariya tenduristî li dar dixe.
Rêvebera weqfê Leyla Omer diyar kir ku klînîka Arî hefteyê 3 caran li nav gund û bajarokan digere.
Armanca ji vê klînîkê ew e ku barê lêçûna kirîna dermanan û yê çûnûhatinê li ser welatiyan werin sivikkirin.



