Li Mêrsîna Bakurê Kurdistanê jineke bi navê Pinar Bayram ji aliyê hevjîn û tiyê xwe ve bi êşkenceyê hat kuştin.
Pinar Bayram 26 salî ye û dayika 3 zarokane.
Ew ji aliyê hevjînê xwe Ziya Ecer û tiyê xwe Eyûb Ecer ve bi êşkenceyê hat kuştin.
Dema kesên derdorê pê hesiyan agahî dan tîmên tenduristiyê û tîm hatin cihê bûyerê.
Cenazeya Pinar rakirin nexweşxaneyê.
Piştî lêkolînên tibî ji bo definkirinê cenaze anîn bajarê wê, navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Cenaze şevê din li goristana navçeyê hat definkirin.
Hate zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û her du kujer jî hatine binçavkirin.



