Dosyaya revandin û cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, her ku diçe dibe mijareke navnetwî.
Çalakvanekî Kurd doza Silêman Ehmed careke din bir Parlamentoya Brîtanyayê.
Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 285 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Ehmed piştî 279 rojan di dirtîgehê de, dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn.
Li Brîtanyayê çalakvanekî sivîl yê Kurd bi navê Rêbwar Yasîn doza Silêman Ehmed bir Parlamentoya Brîtanyayê.
Rêbwar Yasîn diyar kir ku wî dosyaya dadgehkirina Silêman Ehmed ji parlamentera Brîtanî ya bajarê Holcity Emma Hardy re şandiye.
Emma Hardy jî ragihand ku wê dozê bigihîne ber serokê parlamentoyê ji bo ku zextê li PDK’ê bike da ku Silêman Ehmed serbest berde.



