Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas girtina Silêman Ehmed şermezar kir û got:
“Divê Rojnamevan Silêman demildest were berdan.”
Li dijî biryara girtina Silêman Ehmed ya ji aliyê dadgerhên PDK’ê ve bertekên tund têne nîşandan.
Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) li ser mijarê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Rojnamevanê Kurd ê ji Sûriyê Silêman Ehmed ku li Ajansa Rojnewsê kar dike, bi tawanên derew ên endamtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
RSF vî cezayê neheq şermezar dike û bang dike ku Silêman Ehmed demildest serbest were berdan.”
CPJ’ê banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed kir
Kordînatora bernameya MENA ya demkî ya Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) Yêganê Rêzayîyan ragihand ku ew ji ber cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed xemgînin.
Yeganeh diyar kir ku rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên herêmê ve tên tecrîd kirin û got:
“Lazime demek ji ya din zûtir Silêman Ehmed were berdan.”



