Xelkên bajrê Hesekê û Tirbespiyê canagoriyên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîranîn.
Xelkê van bajaran diyarkirin ku heta pêkanîna xeyalên şehîdan ew dev ji têkoşîna xwe bernadin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê 328 şehîdên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê bi bîranîn.
Ji şehîdên hatine bibîranîn 78 ji bajarê Serêkaniyê ne.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Ebdullah di şexsê 328 şehîdan de, hemû şehîdên şoreşê bi bîranî û soza dawam kirina doza wan da.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest.
Dawiyê de, wêneyên 328 şehîdan bi rêya sînevevîzyonekê hatin nîşandan.
Li Tirbespiyê şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê jî 45 şoreşgerên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne hatin bibîranîn.
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Etiya Hesen bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got:
“Emê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin”
Piştre sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê nirxên şehadetê de hat nîşandan.



