Li Filipînê ji ber bahozê 48 kes mirin, 118 parêzger û herêman rewşa karesatê hat ragihandin.
Her wiha li eyaleta Sichuan a li başûrê rojavayê Çînê di lehî û şimitîna axê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî winda bûn.
Li aliyê din li eyaleta Florida, Georgia û Karolinaya Başûr ên Amerîkayê ji ber bahoza debbî hişyarî hat dayîn û rewşa awarte ht ragihandin.
Li Fîlîpînê ji ber bahozê 6,22 kes bandor bûne.
Li gor daxuyaniya Rêvebirina Rîska Afetê ya Neteweyî 8 hezar û 574 avahî xisar dîtine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên ji ber bahoza Butchoy û Carina mirin derket 48’an.
Hat diyarkirin ku bi qasî 36 hezar kesên ku ji ber bahozê bandor bûne sewqî navendên tehliyekirinê hatin kirin.
118 parêzgeh û herêman rewşa karesatê hat ragihandin
Bahozên tropîkal Butchoy û Carina yên ku ji dawiya tîrmehê vir ve li Fîlîpînan bi bandor in, li seranserê welêt bû sedema barîna barana zêde, lehî û şimitîna axê.
Ji ber lehî û şimitîna axê li piraniya heremên welêt, gelek rê ji bo demkî ji hatinûçûnê re hatin girtin û li 118 parêzgeh û herêman jî “rewşa karesatê” hat ragihandin.
Baranên mûsonê ku her sal di navbera hezîran û îlonê de li Asyaya Başûr bi bandor dibin, dibe sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.
Zanyaran di vê nêrînê de parve dikin ku barana nerêkûpêk û zêde ku di salên dawî de li herêmê tê dîtin ji ber guherîna avhewayê ye.
Li Çînê şemîtina axê û lehî: 4 kes mirin û 23 kes jî winda ne
Her wiha li eyaleta Sichuan a li başûrê rojavayê Çînê di lehî û şimitîna axê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî winda bûn.
Ajansa Xinhua ragihand ku li herêmê pirek hilweşiya û piraniya avahî ji ber lehiyê xisar dît.
Rayedaran diyar kirin ku lêgerîna 23 kesên winda bûne didome.
Li herêma ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên berfireh dewam dikin 939 kes hatin tehliyekirin.
Tê payîn bahoza Debby dê bandorî li gelek eyaletên Amerîkayê bike
Di daxuyanîya ku ji aliyê Navenda Bahoza Neteweyî ya Amerîkayê ve hat dayîn de hat ragihandin bahoza Debby ya li peravên Tampa ya eyaleta Floridayê bi leza 19 kîlometre di saetê de ber bi bakur ve diçû.
Di daxuyaniye da hat balkişandin ku bahoza Debby li eyaleta Florida, Georgia û Karolinaya Başûr dibe sedema baraneke gur, lehî û bager.
Waliyên eyaletê rewşa awarte ragihandin
Waliyê Floridayê Ron DeSantis li ser platforma medyaya civakî X’ê ragihand ku li 61 herêmên Florîdayê “rewşa awarte” hatiye ragihandin.
DeSantis her wiha diyar kir ku 3 hezar Parastina Neteweyî ji bo li dijî karesatê amade ne.
Waliyê Karolînaya Başûr Henry McMaster û Waliyê Georgia Brian Kemp jî ragihandin ku wan “rewşa awarte” ji ber bahoza Debby îlan kirine.



