Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetan de 11 gundên Minbicê 103’ê caran topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecîhî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 24 saetan de 11 gundên Minbicê topbaran kirin.
Çavkaniyan diyarkirin ku dagirkeran bi 103 guleyên obîs û hawnan ew gund topbaran kirine.
Li gorî agahiyan gundê Kawiklî, Kohreyok, Toxar, Hoşeriyê, Ewn Dadat, Cat, Dendeniye, Seyade, Muhsinlî û Qirtwêran, bi giştî 103 caran bi guleyên obîs, fuza û hawnan hatin topbaran kirin.
Bi 75 topan gundên kantona Efrîn û Şehbayê hatin hedefgirtin
Dagirkeran gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin
Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Li gorî gahiyan artêşa Tirk a dagirker gundên Şealê, Xerabşê, Til Eneb, Dêr Qad ên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Hate diyarkirin ku zêdetirî 80 topan li gundên navborî ketine.



