Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de tevgerê, pêngav li Rêber Apo, hêzên HPG û YJA-Starê, malbatên şehîdan, gelê Kurd, Kurdistanê û gelên herêmê tevda pîroz kir.
TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de şehîdên azadiyê bibîr anî û wiha got:
“Dewleta Tirk û xayînan di 40 salî de her tim hewl dan tevgera rizgariya Kurdistanê tesfiye bikin, lê bi ser neketin.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li hember êrişên DAIŞ’ê li ber xwe dan, ji ber wê gelê herêmê xwedî li wan derketin û ev baweriya gelên herêm bi wan hêzan diyar dike.
Niha jî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê têkoşînek mezin tê meşandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê bang li gelê Kurdistanê û gelên herêmê kir ku bi coş tevlî şahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê bibin û got:
“Ji bo têbkirina siyaseta tecrîdkirinê ya li ser Rêber Apo tê bikoşin.”



