Doh bi boneya 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de dest bi pîrozbahiyan hat kirin.
Pîrozbahî li navenda Semta Şehîd Xebat bi amadebûna gel û ciwanên wargehê, destpê kir.
Di pirozbahiyê de Hevberdevkê Saziya Ciwanan ya Mexmûrê Sîpan Yaman axiv.
Sîpan 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şehîdên Tevgera Azadiya Kurd û Gerîlayên Azadiyê pîroz kir û got:
“Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me rojek nû ye.
Dijmin digot gelê Kurd nemaye.
Lê gelê Kurd bi guleya destpêkê ya Fermandar Egîd ji xewa mirinê şiyar bû û jinûve ji bo azadiya xwe kete nava lêgerînan.
Wek ciwan û welatparêzên Kurd erkê me ye ku em rêya Fermandar Egîd bişopînîn.”



