Pêngava 15’ê Tebaxê Reqayê û kantona Efrîn û Şehbayê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li gundê Selhebiya Xerbî yê Reqayê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqa Letîfe El Hesen axivî û pêngava 15’ê Tebaxê li herkesî pîroz kir.
Di çalakiyê de şanoyek têkîldarî têkoşîna gerîlayan ji hêla koma Şehîd Avêsta ve hate nîşandan.
Pêngava 15’ê Tebaxê li kantona Efrîn û Şehbayê hat pîrozkirin
Bi heman armancê li kantona Efrîn û Şehbayê jî şahî bûn.
Şahî li navçeya Til Rifatê û Şêrewa hatin lidarxistin.
Di şahiyan de pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin û peyamên bilindkirina têkoşînê hate dayîn.



