17’emîn salvegera komkujiya mezin a Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê li cihê komkujî pêkhatiye, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û tevlîbûna hemû hêz û pêkhateyên Şengalê birêveçû.
Îro 17 sal li ser komkûjiya Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê re derbasbû ku bi sedan kes jiyana xwe ji destan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di merasîmê de bi sedan wêneyên qûrbaniyên komkujiyê ji duh ve li çar rêya Tilizêrê hatine hildan, malbatên qurbaniyan jî wêneyên şehîdên xwe rakirin û daxwaza edalet û hesap pirsînê kirin.
Heya niha hêzên ku ev kiryara terorîst kirine ne hatine darizandin û hesap ji hêzên PDK’ê ku herêm dibin kontrola wan de bû, tê kirin.
Di merasîmê de Rêveberiya Xweser, TAJÊ, YBŞ, Heşdî Şeebî, Malbatên Şehîdên Tilizêrê peyam dan.
Hemû hêz û pêkhate şehîdên komkujiyê bibîranîn, êrişkaran şermezarkirin û daxwaza hesapxwestinê ji hikûmeta Iraqê kirin.



