Rêveberiya DYE’yê firotina 600 alavên mûşekên Patriot ên bi nirxê giştî 5 milyar dolarî ji Almanyayê re pejirand.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Ewlekariya Parastinê û Hevkariyê ya Pentagonê ji Kongreyê re hatiye dayîn, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê firotina nû ya çekan a ji bo Almanyayê pejirand.
Li gorî daxuyaniyê, alavên têkildarî 600 moşekên Patriot ên bi nirxa giştî ya 5 milyar dolarî wê bidin Almanyayê.
Bi vê peydakirinê re, tê çaverêkirin ku Almanya stokên xwe yên kêmbûyî ji nû ve dabîn bike piştî ku hejmareke mezin a çekan bide Ukraynayê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku firotina mijara gotinê dê ji bo berdewamiya ewlekarî û aramiya Ewropayê bibe alîkar.
Almanya piştî Amerîka wek welatê ku herî zêde desteka leşkerî dide Kîevê tê zanîn.
Piştî ragihandina herdu firotan ji Kongreyê re, eger di nava 15 rojan de îtîraz nebe, dê firotin pêk bînin.
Almanya, ku ji destpêka şer di Sibata 2022’yan û vir ve sê pergalên Patriot şandine Ukraynayê, heya niha tenê 9 pergalên Patriot hene.



