Rûspiyên Dêra Zorê bang li gelê Sûriyê kirin ku li dijî planên hêzên derve yên li ser herêmê bisekinin û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û QSD’ê.
Rûspiyan diyar kir ku ji ber êrişên wan, divê hesab ji hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bê pirsîn.
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî 7-12’ê Tebaxê êrişî gundewarên rojhilatê kantona Dêra Zorê kir.
Di encama êrişan de, 15 sivîl şehîd bûn û 26 jî birîndar bûn.
Rûspiyên eşîrên Ereban ên kantona Dêra Zorê bertek nîşanî êrişan da.
Rûspî Îbrahîm El Sultan: Em ê li gel hêza xwe QSD’ê bin
Rûspiyê bajarokê Geranîc Îbrahîm Hiwêş El Sultan êriş şermezar kir.
Herêma me û zarokên me kirin hedef.
Di encamê de hejmarek zarok û sivîlên bêguneh şehîd bûn.
Li dijî van êriş û gefên li ser ewlehiya herêma me, em ê li gel QSD’ê bin.
Em bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku van êrişên li ser sivîlan rawestînin.
Rûspiyê bajarokê Ebû Hemam Nasir Osman El Sebat jî anî ziman ku ew amade ne dijî êrişên ser herêmê bisekinin.
Em wek Rûsipiyê herêmê hedefkirina ewlehî û istiqrara herêmên me qebûl nakin.
Ya ku ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve hatî kirin, di vê çarçoveyê de bû.
Em ewlehî û aştiyê ku QSD’ê ji mer mîsoger dike dixwazin.
“Armanca êrişan têkbirina ewlehiya herêmêye”
Rûspiyê eşîra Şiêtat Nûrî Terak El Nûman jî bi bîr xist ku armanc ji êrişan têkbirina ewlehiya herêmê û silametiya welatiyan e.
Çi kesên ku xirabiyê li herêmên me dike û jin û zarokan qetil dikin, em red dikin.
Dixwazin hesab ji çekdarên dîfa El wetenî bê pirsîn, em ê heta dawiyê bêjin bi dil û can bi QSD’a xwere ne.
“Em ê bi zarokên xwe QSD’ê re aramiyê misoger bikin”
Rûspiyê eşîra Şiêtat Sabit Hemad El-Îd jî bang li gelê Sûriyê kir ku neyên lîstokên derve.
Em miletekî ku aştî û aramiyê dixwawzin û li dijî şer in.
Armanca aliyên derve ne-avakirin e, lê belê wêrankirina Sûriyeyê ye.
Armanca me avakirina Sûriyeyê û bi zarokên me yên QSD’ê re mîsogeriya aramiyê ye.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



