Kongra Star Piştgirî da berxedana jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir.
Kongra Star ya herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê jî piştgiriya xwe ji berxedan û têkoşîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihandin.
Kongra Star destnîşankir ku rêjîma Îranê bi cezayên dervekirinê dixwaze dengê jinan li Rojhilata Navîn binpêk bikin û rastiya jinê veşêrin.
Têkildarî mijarê Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo berxedana jinan silavkir û got:
“Bi rihê serhildana Jin Jiyan Azadî em ê bi ser bikevin û piştgiriya xwe ji Kampaniya na ji dardakirinê re radgihînin.”
22’ê Tîrmehê Dadageha Şoreşê ya Tehranê bi hincet û sûcên cuda biryara darvekirina rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî da.



