Li bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîdan du peykerên wan li baxçeyê şehîd Azad hat danîn.
Şehîd Azad Celê 2’ê Îlona 2021’an li herêmên Parastina Mediyayê şehîd bûbû.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel ş. Fadil Botan ji ber birînên di şer de, 22’ê Hezîrana 2022’an şehîd bûbû.
Bi pêşengiya meclisa leşkerî ya bajarê Hesekê ji bo bîranîna her dû şehîdan bi merasîmekê peykerên her du şehîdan li baxçeyê şehîd Azad hate danîn.
Xelkên Hesekê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Fermandarên meclisa leşkerî ya bajrê Hesekê axivî û got:
“Şehîd Fadil Botan ji bo têkbirina terorîstê û êrişên li dijî herêm têkoşînek bê navber da meşandin.
Lewma em ji bo wan çi bikin em ê herdem dîndarên wan bin.”



