Duh danê şevê şewateke mezin li daristanên bajarê Îzmîr ê Tirkiyê derket.
Di encama şewatê de 78 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk îro ragihand ku doh danê êvarê şewateke mezin li daristanên bajarê Îzmîr ê li rojavayê Tirkiyê de derket.
Wezaretê diyar kir ku di encama şewatê de 78 kes birîndar bûn.
Li gorî heman çavkaniyê, 29 birîndar hîna li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Şewatê herêmên niştecihan jî dan ber xwe û gihaştibû hin navendên navçeyên bajêr.



