Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê ragihand ku 3 milyar dolarê Îsmaîl Heniye li bankayên Tirkyê hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz derbarê desteserkirina mal û milkên Serokê berê yê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ya di bankên Tirkiyê de, ji medya welatê xwe re axivî.
Îsraîl Katz di axaftinên xwe de diyar kir ku 3 milyar dolarên Îsmaîl Heniye li bankayên Tirkiyeyê hatine desteserkirin.
Her wiha Katz da zanîn kurê Îsmaîl Heniye daxwaza pereyê bavê xwe ji Tirkiyê kiriye, lê Tirkiyê red kiriye ku pere bide.
Hêjayî gotinêye ku di sibeha 31’ê Tîrmehê de li Tehranê Serokê berê yê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye hate kuştin.
Ji wê demê ve li Rojhilata Navîn alozî zêde bûye û ji xeynî şerê di navbera Îsraîl û komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, Erdogan û rayedarên Îsraîlî rojê çend caran li dijî hev daxuyanî didin.
Lê li aliyê din her roj lihevkirineke veşartî di navbera dewleta Tirk û Îsraîlê de eşkere dibe.



