Fermandara Eyaleta Serhedê, Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim navê xwe li lênûsa qehremanan nivîsî.
HPG’ê nasnameya hevrê û Fermandar Berwar Dêrsim eşkere kir û got: “Hevrê Berwar xwe fedayê azadiya gel û hemû jinan kir.”
HPG’ê ji malbat şehîd û welatparêzan re sersaxî xwest û soz da ku ew ê ala Berwaran li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê kêm nekin.
Fermandara Eyaleta Serhedê, Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Berwar Dêrsim eşkere kir.
HPG’ê diyar kir di navbera 7-10’ê Tebaxê de li herêma Gilîdax a Serhedê operasyoneke berfireh û êrişên dijmin pêk hat û wiha got:
Di navbera dagirker û gerîlayan de şer qewimî. Hêzên me bi çalakiyên bandor bersiv dan van êrişên dagirkeran.
Di şer de bi taktîka sabotajê derbên giran li dagirkeran hat xistin û windahiyên dijmin çêbûn.”
HPG’ê dazanîn ku dema agahiyên zêdetir werin wê bi raya giştî re parve bikin.
Di encama şerê giran de HPG’ê da zanîn fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar heta dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.
HPG’ê destnîşan kir ku hevrê Berwar evîna azadiyê, hezkirna welêt û êşa gelê xwe kir rênîşanderê mejî û dilê xwe û ev tişt anî ziman:
Hevrêya me Berwar ji bo doza hebûn û azadiya gelê me berê xwe da çiyayan, bi nasname û rastiya jina azad xwe gihand heqîqetê.
Ji qadên herî bi zehmet ên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê têkoşiya.
Hevrê Berwar xwe ji serî heta binî fedayê azadiya gel û hemû jinan kir.
HPG’ê diyar kir hevrê Berwar Dêrsîm nîşan da ku fermandar û şoreşgerekî pêşeng e û got:
Em soz didin ku em ê tu car fermandar Berwar ku xwedî îradeyeke ji pola ye ji bîr nekin û ala Berwaran li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê kêm nekin.
Li ser vê bingehê HPG’ê dawiyê ji malbata gerîlaya şehîd, gelê serhedê û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Nasnameya gerîla û fermandara şehîd wiha ye:
Nasnav: Berwar Dêrsîm
Nav û Paşnav: Seyran Çomak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Mihnaz
Navê Bav: Sultan
Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Serhed



