Xwendekara refa 12 bi şêweyek gumanane li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Heta niha ne polîsan ne jî aliyên peywendîdar tu agahiyên fermî derbarê buyerê de belav nekirine.
Duh bi şev li devera Soran ya ser bi sînorê parêzgeha Hewlêrê keça ciwan Rojan Idrîs Omer ku refa 12’an dixwend, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên cenazeya Rojan rakirin tiba edlî ya Nexweşxaneya Aştî ya Soran.
Piştre polîsan derbarê buyerê de lêkolîn dan destpêkirin.
Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Soran bi peyamekê sersaxî ji malbat û xizmên Rojan Idrîs Omer re xwestin.
Lêkolîner Leyla Abdullah: Kuştina Jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe
Li aliyekî din jî lêkolîner civakê Leyla Abdullah diyar kir ku li herêma Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştina jinan her ku diçe zêde dibin û di bin navê cuda de rastiya bûyeran tê veşartin.
Leyla Abdullah dazanîn ku bûyerên kuştina jinan û tundiya li ser jinan zêde dibin û got:
“Kuştin ne tenê ew e ku kesek yekê bikuje, hinek caran zext wisa dikin ku kes dawî li jiyana xwe bîne.
Heta niha ji bo kuştina û xwekuştina jinan, tu xebatek nehatiye kirin.
Jin di bin navê namûsê û pirsgirêkên civakê de tên qetilkirin.”
‘Erka çalakvanan ew e ku hayjêbûn û hişyariyê zêde bikin’
Leyla Abdullah destnîşan kir ku rêxistinên jinan ji bo dozên jinan hewl didin lê bûyer kêm nebûne û zêdetir dibin û got:
“Divê tiştên diqewimin werin ragihandin.
Erka rêxistin û çalakvanan ew e ku civakê der barê kuştina jinan de hişyar bikin.
Her wiha divê hebûna zagonan were zanîn, bi riya panel û semîneran bên agahdarkirin û hişyarkirin.”



