Komîteya Ragihandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê têkildarî darvekirina jPexşan Êzîzî û Şerîfe Muhemedî daxuyanî da û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku helwest nîşan bidin.
Rojnamevanên jin û Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî jî nerazîbûna xwe nîşan dan û banga hevgirtin û yekîtiyê li jinan kirin.
Biryara darvekirina Rojnemevan û Çalakvanên jin Pexşan Êzîzî û Şerîfe Muhemedî rastî bertekên tund yên jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat.
Komîteya Ragihandina Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî rojnemevan û çalakvanên jin şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo hat dayîn û tê de wiha hat gotin:
Jina têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê îro bûye mînak û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn ên li dijî zilmê û êrîşan serî radikin bûne sembola berxwedanê.”
Jin wê ji prensîb û regezên xwe paş de venegerin.
Di dawiya daxuyniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku helwest nîşan bidin.
Bertekên li dijî darvekirina Pexşan û Şerîfe didomin
12’ê Tebaxê jî Yekitiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (YRJ)’ê kampanyaya komkirina îmzeyan destpêkir.
Girêdayî mijarê rojnamevan Ronak Şêxê axivî.
Ronak Şêxê diyar kir dewleta Îranê ji dîrokê ve rejîmeke darvekirin, girtin û êşkenceyê ye û wiha got:
Em civaka navneteweyî û rêxistinên mafên rojnamevanan ku li hemberî van pêkanînên dijmirovahî bêdeng dimîne şermezar dikin.
“Divê li dijî kirinên Îranê yekîtî û hevgirtina jinan xurt bibe”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Helebê Ferîde Mûsa bang li jinan kir ku ji bo bidawîkirina û binpêkirinan rola xwe bi awayekî bandor û çalakî bilîzin û got:
Bidawîkirina van binpêkirinan bi xurtkirina hevgirtina jinan, avakirina yekitî û rêxistinên jinan pêkane.
Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Rojiyan Hisên jî derbarê heman mijarê de axivî.
Rojiyan Hisên anî ziman ku deweta Îranê ji kirîzên xwe yên hundirîn firsend digre û êrîşî jin û civakê dike.



