Thursday 2026/07/16
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

PDK û hikumeta Iraqê hewil didin dagirkeriya Tirkiyê normal bikin

August 17, 2024
in KURDISTAN
A A
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

15’ê Tebaxê 4’emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind a navbera Tirkiye û Iraqê de hat lidarxistin.
Mijara sereke ya hevdîtinê jî berfirehkirina dagirkeriya Tirkiyê bû.
Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li ser Rojhilata Navîn bi bandor bibe û got: “Divê hikûmeta Iraqê li şûna polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, girîngî bide têkîliyên dostane yên ku berjewendiyên gelên Iraqê diparêze.”

“Yê ku bêyî erêkirina dewleta Iraqê, hêzên leşkerî şand Başîkayê dewleta Tirk e. Hikûmeta Iraqê vê yekê nabîne yan jî ji vê yekê razî ye.”

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bi vê gotinê bertek nîşanî hevdîtina di navbera rayedaryên Iraq û Tirkiyê da.

15’ê Tebaxê 4’emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind a navbera Tirkiye û Iraqê, li Enqereyê hat lidarxistin.

Piştî civînê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan anî ziman ku wan di warê leşkerî de, li gel Iraqê hinek peyman îmze kirin e.

Wezîrê karê derve yê Iraqê yê PDK’î Fuad Huseyîn jî diyar kir ku lihevkirina Enqere û Bexdayî tê wateya parastina desthilatdariya Iraqê.

KCK: PKK’ê ti carî li dijî qanûnên Iraqê dernektiye û tevnegeriya ye

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê ev nirxandinên Fuad Huseyîn rexne kir û wiha got:

“Fuad Huseyîn û hikûmeta Iraqê bêy ku nav bidin, dibêjin ew PKK’ê weke xeter dibînin. Lê belê PKK’e ti carî li dijî qanûnên Iraqê tevnegeriya ye. Jixwe gelên Iraqê bi dostane nêzî PKK’ê dibin. Lê çawa niha ji nişka ve PKK weke tevgereke ku ewlehiya Iraqê tehdît dike, tê dîtin?”

KCK: Hikûmeta Iraqê di nava xwexapandineke mezin de ye

KCK’ê balişand ser dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û ev tişt got:

“Eşkere ye ku hikûmeta Iraqê di nava xwexapandineke mezin de ye.

Yê ku DAÎŞ li Mûsilê xwedî kir, berê êrîşên wê da Sûriye û Rojava Erdogan û dewleta AKP’ê ye.

Yê ku bêyî erêkirina dewleta Iraqê hêzên leşkerî şand Başîkayê jî dewleta Tirk e. Hikûmeta Iraqê vê yekê nabîne yan jî, ji vê yekê razî ye.”

KCK’ê diyar kir ku hikûmeta Iraqê dikare mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî binirxîne û li dijî dewleta Tirk a dagirker helwest bigire.

KCK: Divê hikûmeta Iraqê nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkaya Osmanîya nû hewl dide li ser Rojhilata Navîn bi bandor bib û weha bi dawî kir:

“Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe bi rengekî bê-exlaqî hewil dide aloziyan derxîne, ji ber vê em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku nebin hevkarê van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk û divê girîngî bide têkîliyên bi dostane yên ku berjewendiyên gelên Iraqê esas digire.”

Previous Post

HEVGIRTINA BAWERIYAN-Şêx Mihemed Emîn Derwîş

Next Post

NÛÇE JIN

Weşana girêdayî

“Dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” rejîma Îranê hejand”
KURDISTAN

Peyman Viyan: Îran û DYA ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin

Şandeya Îmraliyê bi Efkan Ala û Abdullah Guler re civiya
KURDISTAN

Şandeya Îmraliyê bi Efkan Ala û Abdullah Guler re civiya

Li Hewlêrê 3 dronên xwekuj hatin xistin
KURDISTAN

Li Hewlêrê 3 dronên xwekuj hatin xistin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye