Nivîskar û çalakvanê siyasî Letîf Fatîh Ferec derbarê êriş û armanca dagirkeriya Tirk li ser Başûr axivî û got: “Armanca vê dagirkeriyê tunekirina gelê Kurde.
Ger PDK jî li şûna li gel dewleta Tirk, gel gerîlayan bûya, dewleta Tirk nedikarî Kurdistanê dagirk bike.”
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li ser Kurdistanê berdewame.
Nivîskar û çalakvanê siyasî Letîf Fatîh Ferec derbarê mijarê axivî.
Letîf Fatîh Ferec diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve dixwaze Kurdan tune bike û got:
“Gelê Kurd hertim di bin gefên dagirkeriyê de mane û hewl hatiye dayîn ku wan ji holê rakin.
Dewleta tirk a têkçûyî jî bi eşkere got ku li vî welatî miletekî din tune û tenê bala xwe da kurdan.
Bi qedexekirina ziman, çanda gelê Kurd û nehiştina axaftina bi Kurdî re gelek caran hewl hat dayîn gelê Kurd tune bikin.”
Letîf Fatîh Ferec: Hêzên navneteweyî ji rewşa nihaya xirab berpirse
Letîf Fatîh Ferec derbarê giringiya yekitiya neteweyî ya Kurd de wiha nêrînên xwe anî ziman:
“Me hêvî dikir ku partiyên Başûrê Kurdistanê li şûna endambûna mekteba siyasî û bibêjin wan karên baş nekirine, diviyabû biçûna gel PKK’ê bi hev re şerê azadiyê bikirana.
Lê mixabin li Başûr partiyek heye ku ji bo kurên Tirk kar dikin û bi her awayî alîkariya wan dikin.
Êdî baweriya min bi civaka navdewletî nemaye, bi taybetî jî Brîtanya, Fransa û Emerîkayê.
Her dilopek xwîna ku li ser vê xakê tê rijandin, di berpirsyariya wan deye ku divê çareser bikin û li hember vê dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.”
Letîf Fatîh Ferec: Divê dilsoz û fedekarên di nav PDK’ê de bibin hêzeke serdest
Nivîskar û çalakvanê siyasî Letîf Fatîh Ferec herî dawî ev bang kir:
“Eniya ku PDK niha tê deye, eniyek şaş û xirabe.
Lê di nav PDK’ê de kesên xebatkar, dilsoz û fedakar hene û divê di nava partiyê de zextan çêbikin û bibin hêzeke serdest.”



