Di nava peyamên agirbestê de, artêşa Îsraîlê bi dijwarî navneda Xezayê kir.
Herî kêm 11 kes hatin kuştin.
Ji ber êrişan heta niha bêtirî 40 hezar filistînî hatine kuştin.
Filistînî berdêla şerê bêdawî yê navbera Îsraîl û Hemasê didin.
Tevahiya şevê din jî artêşa Îsraîlê êrişî deverên cuda yên Xezayê kir.
Li gorî nûçeyên çapemeniya filistînî artêşa Îsraîlê êrişî konê filistîniyên li bajarokê Ez Zavayîdeyê kirin.
Di êrişan de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek zêde kes birîndar bûn.
Hate zanîn ku di êrişa li ser malek li taxa Şeyh Ridvan ya girêdayî Xezayê de kesek jiyana xwe ji dest daye.
Gule li konê Filistiniyên ji cihê xwe bûne li nêzî herêma Hamed ya li bajarê Xan Yûnûs hate barandin.
Jimara Filistîniyên ji ber êrişên Îsraîlê mirîn derket 40 hezar û 74’an
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bîlançoya nû ya şerê li Xezayê aşkera kir.
Wezaretê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an ve, 40 hezar û 74 kes hatine kuştin û 925 hezar û 537 kes jî birîndar bûne.
Li gorî wezaretê, di 24 saetên dawîn de 46 kuştî û 136 birîndar hene.
Wezaretê diyar kir ku bi hezaran qurbanî di nava kavilan de û li ser rêyan hene, lê ekîbên tenduristiyê yên rizgariyê nikarin xwe bighînin wan.
Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ji vê sibehê ve yên li ser Xezayê de zêdetirî 22 kes hatine kuştin.



