Gerîlayên HPG û YJA Starê li Metîna, Xakurkê û Rojavayê Zapê li dagirkeran dan.
Di çalakiyan de li Zapê 2 kameraya mobeseyê û projektorek yê arteşa Tirk a qirker hatin bêkêrkirin.
Di dewamê de HPG’ê derbarê hurgiliyên çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev agahî dan:
14’ê Tebaxê hêzên gerîla ên li Qada Berxwedanê ya Serê Mêtîna bi çekên giran li dargirkeran dan û kepçeyek wan derbkirin.
Piştî wê rojekê li Qada Berxwedanê ya Golka jî bi çekên giran li arteşa Tirk a qirker hat xistin.
Li herêma Xakurkê jî 14’ê Tebaxê li qada Girê Koordîne bi çekên giran dagirker hatin armanckirin.
Ji 14 heta 17’ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî çalakiyên gerîla hebûn.
2 kameraya mobese û projektorekî dagireran hatin bêkêrkirin
Li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Fm û Sergelê bi çekên giran û sekvaniyê li dagirkeran hat xistin.
Di çalakiyên hemwext de 2 pergalên kameraya mobese û projektorek yê dagirkeran hatin bêkêrkirin.
Arteşa Tirk 35 caran bi teqemeniyên qedexe û balafirên şer êriş kir
Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û sûcên wan HPG’ê ev agahî parve kirin:
14, 15 û 16’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û Amediyê 7 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Heman demê, herêma Xakurkê, Garê, Metîna û Rojavayê Zapê jî bi giştî 28 car bi balafirên şer hatin bombekirin.



