Hevseroka Meclisa Gelan ya Demokratîk a Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo da zanîn ku di 6 mehên destpêkê yên 2024’an 10 qanûn hatine derxistin.
Li aliyekî din, li Kobanê, nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku di nava van 6 mehan de 169 dosya û nêzî 257 gilî çareser kirine.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo, derbarê xebatên Meclisa Gelan ên nîvê sala 2024’an axivî.
Sîham Qeryo destnîşan kir ku wan di 6 mehên despêka sala 2024’an de, 10 qanûn derxistine.
Qanûnên ku hatine derxistin jî evin:
Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, Qanûna Şaredariyan, Qanûna Dabeşkirina Îdarî, Qanûna Meclisan û Qanûna Elektrîkê.
Her wiha di nava wan de 2 qanûnên efûyê jî hene.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk anî ziman ku ew pilan dikin di 6 mehên pêş de jî nêrînên komînan bigirin.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wê nerînên komînan bi riya meclisên herêman bikevin rojeva Meclisa Gelan, da ku tevlî biryaran bikin.
Nivîsgeha çavdêriya giştî a herêmê 169 dosya çareser kirine
Li aliyekî din jî, li herêmê di 6 mehan de 169 dosya hatine çareserkirin.
Hevserokê Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser Ehmed Şêxo derbarê xebatên nivîsgehê yên îsal agahî parve kir.
Ehmed Şêxo diyar kir ku nivîsgehê di 6 mehên destpêkê yên îsal de, 169 dosya çareser kirin û 32 dosyayên din jî niha tên lêkolînkirin.
Ehmed Şêxo: Heta niha me 257 giliyên welatiyan wergirtine
Şêxo bi bîr xist ku wan 257 giliyên welatiyan wergirtine, gelek ji wan giliyan hatine çareserkirin.
Ehmed Şêxo: 3 dewreyên perewrdeyê li ser xebatên çavdêriyê hatine vekirin
Hevserokê Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser Ehmed Şêxo dawiyê de ragihand ku ji bo pêşxistina asta kadroyên nivîsgehê, wan 3 dewreyên perewrdeyê li ser xebatên çavdêriyê vekirine.



