Salek di ser serhildana Siweydayê re derbas bû.
Ruxmî siyasetên çewisandinê yên hikumeta Şamê, hêzên siyasî û leşkerî, nivîsgeh, komîte û saziyên xwe ava kirin.
Ev jî, ji bo praktîkkirina tecrubeya Rêveberiya Xweser bûn tovikeke girîng.
Li gorî çavdêran, êdî divê têgeha rêveberiya xweser bê gotûbêjkirin.
Serhildana Siwêdayê salek li pey xwe hişt.
Sehildan ji ber rewşa jiyanî, xizmetguzariyê û biryarên hikumeta Şamê dest pê kir.
Serhildan bi banga çareseriyên siyasî, pêkanîna biryarên NY a 2254 û veguhastina aştiyane pêk tê.
Ji Tebaxa sala 2023 ve û heta niha bi awayekî rojane li Qada El-Kerama çalakiyên bi pêkanîna daxwazan dewam dikin.
Xwepêşandêran gelek baregehên Partiya Baas, daîreyên hikumetê û şaredariyên hikumeta Şamê girtin.
Piştgiriya kesayetên civakî û olî mîna serokê rûhanî yê Durziyan Hikmet El-Hecrî ji serhildanê re, balkêş û girîng bû.
Ev yek Ji bo hikumeta Şamê mîna şeqamekê bû ku ji bo kontrolkirina welatiyan, xwe dispart wan kesayetên olî.
Helwesta Şamê li dijî serhildana Siwêdayê
Hikumeta Şamê nekarî civaka durzî bi tevlêbûna komên îslamî yên muxalif tawanbar bike, ji ber ku ev kom ne sunnî ne.
Lê bi awayekî sîstematîk, hewl da civakê ji hundir ve parçe bike, ji ber wê çek serbest kir.
Gelek komên çekdar û olî ava kirin ku tenê ciwanên ol-perest tevlî xwe dikin û îdia dikin ku parêzvanên parêzgehê ne.
Ew bi ewlehiya leşkerî ya navendî û şaxî yên li herêmê re hevkar in.
Ev kom li gorî perspekîtfên şaxên ewlehiya leşkerî li dijî şêniyan tev digerin, dikujin, direvînin û didizin.
Tenê ên ji leşkeriya neçarî revîne, tevlî vê komê dibin.
Di vê dawiyê de, hikumeta Şamê rêveberiya saziyên ewlehiyê, leşkerî û siyasî yên Siweydayê guhertin.
Li ser bingeheke ewlehî û leşkerî hin kesayetên din erkdar kirin.
Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê bi vê gavê dixwaze xelkê parêzgehê bitirsîne û fişarê li wan bike.
“Çareseriya herî guncaw pratîkirina modela Rêveberiya Xweser e”
Gelek hêz û kesayetên siyasî yên Siweydayê, banga praktîkkirina modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên xwe kir.
Her wiha diyar kirin ku şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xelkê Siweydayê rêya sêyemîn hilbijartine.
‘Divê tecrubeya Rêveberiya Xweser were gotubêjkirin’
Serokê Partiya Lîwa El Sûrî Malik Ebû El-Xêr diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî girîng e û got:
“Me gelek sûd ji tecrubeyên wê girt. Ji bo ji nûve avakirina civakê û xilaskirina welêt ji aloziyê, tecrubeya rêveberiya xweser gelekî girîng e.



