Tevgera Yekîtiya Jinên Başûr îro li bajarê Silêmaniyê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’ nîşan da.
Tevgerê ragihand ku desthilata baviksalarî ya kevneperest ji hêz û vîna jinê ditirse, lewma ev desthilata mêr dixwaze tola xwe ji pêşengên şoreşa azadiyê hilîne.
Di daxuyaniyê Tevgera Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê, de wiha hate gotin:
“Em piştgiriya xwe ji bo kampanyaya cîhanî ya ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’ ku li Rojhilata Navîn, Afrîkaya Başûr û Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê yên ji aliyê Îranê ve li ser jinan tê birîn, nîşan didin.”
Tevgerê tekezî bi wê yekê kir ku bicîhanîna cezayê darvekirinê nemirovî ye û divê bê rawestandin û got:
“Em polîtîkaya dijmirovî ya darvekirina jinên pêşeng ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo vê kampanyaya berfireh radigihînin.”



