Li bajarên hikumeta Şamê hilbijartinên parlamentoyê di nav boykot û kêm-tevlîbûn de me.
Li siwêdayê xwepêşandêran hilbijartin boykotkirin û ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin gulebaran kirin.
Li hêlekî din, li Reqayê çekdarên nenas êrişî navendeke dengdayînê kirin.
Li paytexta Sûriyê Şamê bi darê zorê karmendên hikumetê dengê xwe didin.
Li Dêrazorê jî her dengek bi 50 hezar LS tên kirîn.
Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, hilbijartinên parlamentoyê vê sibehê dest pê kir.
Li Siwêdayê dema hilbijartinê xwepêşandêran gelek sindoqên denganê desteserkirin û şikandin.
Meş li pêşiya navenda avahiya fermandariya polîsên hikumeta Şamê veguherî mêtingê.
Li Siwêdayê hêzên hikumeta Şamê gule li xwepêşandêran barandin
Li vir leşkerên hikumeta Şamê xwepêşandêr gulebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di gulebarana hêzên hikumetê de, xwepêşandêrek birîndar bû.
Piştî vê, xwepêşandêran li qada El-Kerama mêtingeke li dar xistin.
Beşdaran eşkere kirin ku tekane riya çareseriya kirîza Sûrî biryara NY a 2254’an e.
Li Reqaê çekdarên nenas êrişî navendên dengdayînê kirin
Li Reqayê, aliyê bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de sindoqên dengdayînê hebûn.
Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku çekdarên nenas li bajarokê Me’idan êrişî cihê dengdayînê kirin.
Li heman bajarokî çekdaran mayînek li ber cihekî dengdayînê danîbûn, lê ji aliyê hêzên hikumetê ve hate rakirin.
Hikumeta Şamê bi Darê Zorê karmendên xwe dibin ser sindoqan
Li Şamê jî tevlêbûna gel a ji bo hilbijartinan kêm e.
Hêzên hikumeta Şamê karmendên saziyên xwe bi zorê dişînin ser sindoqan.
Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed jî, li cihên dengdayînê yên li Şamê dengê xwe da.
Beşar El Esed: Hevdîtina bi Erdogan re girêdayî vegera li beriya 2011’an e
Di dema dengdaryînê de, Beşar El-Esed ji çapmeniyê re axivî û behsa hevdîtina bi serokê Tirkiyê Receb teyîb Erdogan kir û got:
“Dibe ku ev hevdîtin pêk were.
Lê ev yek, girêdayî vegera rewşa beriya 2011’an e.”
Li Dêrazorê her dengek bi 50 hezar leyreyên sûrî tên kirîn
Li aliyê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê de jî dangdayîn hebû.
Li vir namzetan ji bo ku dengên zêde bigrin, bi destê şikestî yê welatiyan girtin.
Namzetan ji bo her dengekî 50 hezarên Sûrî ango 3 dolarên Amerîkî dan welatiyan.
Pirsa li vir derdikeve.
Gelo bi vê gendeliya di nava saziyên hikumeta Şamê de, ev hilbijartin wê çi guhetinan bi xwere bîne ?



